Hewlêr (Rûdaw) - Enstîtuya Ehmedê Xanî ragihand ku dê li Wana Bakurê Kurdistanê Sempozyuma Ehmedê Xanî were lidarxistin.
Enstîtiya Ehmedê Xanî bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku sempozyum bi navê "Ehmedê Xanî û 330 Saliya Mem û Zînê” ye û li ser ziman, huner, dîrok û çanda Kurdan e.
Enstîtiya Ehmedê Xanî bi nîşeya “Em hemû gelê xwe vedixwînin” xelk vexwend sempozyumê.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, Sempozyuma Ehmedê Xanî dê roja şemiyê (04.10.2025) li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (Van TSO) were lidarxistin.
Sempozyum dê ji 3 rûniştinên cuda, konser û Merasîma Pêşkêşkirina Plaket û Xelatan pêk were.
Sempozyum dê demjimêr 10:00an bi “Axaftinên Destpêkê” dest pê bike.
Gelek lêkolerên ji beşên cuda yên Kurdistanê dê mijarên xwe pêşkêş bikin û dê peyamên lêkolerên biyanî jî werin xwendin.