Înstîtuya Ehmedê Xanî bi destûra Wezareta Çandê ya Swêdê û Komîsyona Çandê ya Yekîtiya Ewropayê, bi hejmara tomarkirinê ya Org. Nr: 802452-8567 de di 27ê Cotmeha 2023an de bi fermî hate damezrandin. Navenda înstîtuyê li Stockholm, Swêdê ye û kargeha wê ya nûnertiya Tirkiyeyê di 27ê Sibata 2024an de li Wanê hate vekirin.
Înstîtu; mîsyonek girtiye ser xwe ku di gelek waran de lêkolînan dike, di nav de têkiliyên mirovî û civakî, hişmendî, esmangerî, matematîk, muzîk, folklor, çand, huner, zimanên zindî û hwd. Aliyek din jî, dest bi xebata parastina naskirina Ehmedê Xanî û bilindkirina cihê wî di dîroka cîhanê de kiriye.