06.04.2026 Nûçeyên me

Bi hevkariya Înstîtuya Ehmedê Xanî û Înstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê de "Panela Edebiyata Kurdî li Kavkazê" hat lidarxistin.

Axaftina Koordînatorê Şaxa Wanê ya Înstîtuya Ehmedê Xanî Necdet Takva:

"Her bername û her hewldanek ku di pêşxistina zimanê Kurdî de tê kirin pîroz e. Divê çanda Kurdî, li Kavkazê wekî ezmûngeh were hesibandin, ber ku ji bo rojname, kovar, çîrok û helbestên nûjen re navendek e."

"Berhemên girîng li çanda dengbêjiya Kurdî de hiştine; cîhek bîranînêye ku me di demên dawî de bi rêya Radyoya Êrîvanê şahidî lê kiriye. Ez hêvî dikim ku ev bername di bîra me de cihekî girîng bigire silav û rêz."