“21ê Sibatê Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê” pîroz be!

06.04.2026

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

21ê Sibatê – Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê û Rewşa Kurdî

21ê Sibatê, ku ji aliyê UNESCO ve wekî Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê hatî destnîşankirin, girîngiya zimanê dayikê di çarçoveya domandina nasnameya çandî, veguhastina zanînê û avakirina wekhevîtiya civakî de bi awayekî bingehîn diyar dike.

Di nêrîna mafên mirovan a navneteweyî de, parastin û pêşxistina zimanên dayikê şertên bingehîn ên civakek demokratîk û pirzimanî ne. Kurdî, her çend zimanê dayikê yê komek mezin a civakî be jî, di pêvajoyên dîrokî de bi polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û sînorkirina bikaranînê re rû bi rû maye. Ev polîtîk, di perwerdehiya fermî, xizmetên giştî û mekanên sazûmanî de, şertên pêşxistina Kurdî bi awayekî sîstematîk têk birine û bûye sedema zêdebûna newekhevîtiya zimanî û civakî.

Înstîtûya Ehmedê Xanî, di vê çarçoveyê de balê dikişîne ser vê rastiyê ku parastina Kurdî, pêşxistina wê ya zanistî û edebî û ewlehiyên sazûmanî yên ji bo veguhastina wê ya nav-neslan, bê perwerdehiya bi zimanê dayikê û bikaranîna Kurdî di hemû qadên jiyana giştî de ne mimkun in.

Pejirandina pirzimanîtiyê û wekhevîtiya zimanî şertên bingehîn ên civakek bi dad û bi tevgerên demokratîk in. Bi vesîleya 21ê Sibatê, em bang dikin ku divê Kurdî wekî zimanekî bi mafên wekhev, bi statûya qanûnî û bi ewlehiyên sazûmanî, di perwerdehiyê, çandê û jiyana giştî de bi awayekî berdewam û fermî were bikaranîn.

 

Înstîtûya Ehmedê Xanî