Ji bo pîrozkirina 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniya Înstîtuya Ehmedê Xanî
Beriya her tiştî em îro baştir fêm dikin ku; Ehmedê Xanî, ji bo zimanê dayikî çi kiriye. Ber vê yekê em dixwazin destnîşan bikin ku “ziman bingeha civakê ye” û pir girîng e.
15ê Gulanê, roja weşana kovara Kurdî ya bi navê Hawarê ku cara yekem di sala 1932an de ji aliyê Celadet Bedirxan ve bi alfabeya latînî hatiye derxistin, li ser vi avahiyê ji sala 2006an û vir ve wek roja zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Îsal jî ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê jiyan û sûkê li gelek deveran bi çalakiyan tê pîrozkirin. Di çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de ji sala 2006an û vir ve; rakirina astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî, bi taybetmendiya perwerdeya bi zimanê zikmakî ya gelê Kurd û piştgirîkirina xebatên ji bo pêşxistina zimanê Kurdî derdikeve pêş.
Ehmedê Xanî, ku di dîroka wêjeya Kurdî de cihekî girîng digire, zêdetirî 300 sal berê berhemên xwe bi Kurdî nivîsandine. Her çiqas di dema Ehmedê Xanî de zextên serdestan li ser zimanê Kurdî hebûn jî, ew berhemên xwe bi zimanê Kurdî amadekiriye. Ehmedê Xanî yê pirrengî, di nava taybetmendiyên xwe yên bingehîn de, girîngî, nirx û têkoşîna pêşîgir a ku dide zimanê Kurdî ye. Em dikarin Ehmedê Xanî wek pêşengên parêzvan û têkoşerên Kurdî binav bikin. Ehmedê Xanî, ne ji neçarî, lê bi dilxwazî bi Kurdî nivîsandiye. Xanî, li hemberî hemû bertekên desthilatdaran, helwestek cuda nîşan da û xwedî li zimanê xwe derket. Ehmedê Xanî, ne tenê pêşengên ramanê neteweyî yê Kurd e, lê damezrênerê yekemîn ferhenga Kurdî ye û her wiha pêşengê têkoşîna pêşvebirin û parastina Kurdî ye jî.
Ev rêzên jêrîn ya Ehmedê Xanî ji bo komkirina zimanekî girîng in:
“Safî şemirand, vexwarî durdî
Manendê durrê, lisanê Kurdî
Înayê nizam û întîzamê
Kêşaye cefa ji boyê amê”
Ehmedê Xanî, bal kişandiye li ser du mijarên ku ji bo parastin û pêşxistina zimanekî. Yek ji wan nifşên nû, zarok in. Ji ber ku ne ji bo wan kesên li rewacê, belkî ji bo zarokên Kurmancî tê nivîsandin. Bi vê armancê Nûbehara Biçûkan dinivîsîne. Ya duyem jî perwerde ye. Bi berhemên xwe ve armanc kir ku di medreseyên Kurdistanê de bernameya fêrbûnê ya biserûber ava bike.
Eşkere ye ku evîniya Xanî ya li ser zimanê Kurdî; ji hezkirin û binbariya wî ya ji gelê xwe re tê. Ji ber ku di xebata xwe de qîmeta gelê Kurd û zimanê Kurdî bilind dike û bi van gotinan tîne ziman;
“Da xelq nebêjitin ku Ekrad
Bê me'rîfet in bê esl û binyad
Enwaê milet xwedan kitêb in
Kurmancî tenê di bê hesêb in
Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc
Eşqê nekirin ji bo xwe armanc
Ger de hebûwa me ji xudanek
Ali keremek, letifedanek
Min dê elema kelamê mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bi navê ruha Melê Cizîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek wê bida Feqîhê Teyran
Hetta bi ebed bimayê heyran”
Her çend dereng be jî, îro tên femkirin; em dikarin bêjin ku karên Ehmedê Xanî ji bo zimanê dayikê bû. Bi rastî jî divê em bêjin ku “ziman e ku civakan li ser piyan digire.” Divê bê gotin ku rêya serkeftina zimanan; “girîngî pê dan, ji nivîsandin, xêz kirin û ji axaftina wê zimanê re derbas dibe.” Dibe ku îro bazara zimanê ne zêde be, ji çekirina vê bazarê divê em bi dil û mêjiyê xwe bi kelecaneke cejnê bixebitin. Divê em bê westan têbikoşin. Gele me bi vîna xewna Ehemê Xanî ya 300 salî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike. Divê em jî li ser hemû xebatên ku hatine kirin xwedî derkevin û li ser vê rêçê bimeşin.
Em wek Înstîtuya Ehmedê Xanî, bi van hest û ramanan; “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî” pîroz dikin, hemû kesên ku di demên borî de ji bo pêşxistina vî zimanî ked dane bi bîr tînin, kesên ku ji bo pêşxistina vî zimanî xizmeta xwe berdewam dikin bi rêzdarî silav dikin.
Înstîtuya Ehmedê Xanî